Açılış Sayfam Yap|Favorilerime Ekle
 

EyyupGUVEN.Com Hoşgeldiniz.

 
Eyyup GÜVEN » Arşiv- Mayıs 2014 Yıl

5. TÜYAP KİTAP FUARI

Ekleyen: eyyüp Tarih: 23-05-2014, 00:07
5. TÜYAP KİTAP FUARI
AMED (DÎHA) - 5'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê di roja sêyemîn de jî rastî eleqeyek mezin hat û gelek nivîskar ji bo ku pirtûkên xwe îmze bikin û beşdarî panelan bibin hatin fûarê. Pirtûkên Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî jî li fûarê hatin pêşkêşkirin.

5'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bi eleqeya hezaran xwendevanan û bi panelek ku nameyên nivîskarên girtî hatin xwendin berdewam kir. Pirtûkên Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî yên bi navê 'Îdeolojî' û 'Rojhilata Navîn' jî li fûarê rastî eleqeyek mezin hat. Di roja sêyemîn de gelek nivîskar jî li fûarê amade bûn. Nivîskarê romana bi navê "Penaberên Jiyaneke Têkoşer" ku ji weşanên Arê derket, Eyup Guven jî beşdarî fûarê bû û pirtûka xwe ji bo xwendevanan îmze kir. Pirtûka Guven, li ser çar birayên hev ên endamên PKK'ê ku jiyana xwe ji dest dane ye û malbata Tekdemîr'an vedibêje. Ligel Guven, Hozan Canê ku li ser malbata Tekdemîr stranek çêkiriye û malbata Tekdemîr jî beşdarî roja îmzeyan bû. Dayik Servet Tekdemîr jî pirtûka ku li ser kurên wê hatine nivîsandin da îmzekirin û girt.

Nivîskarên kurd ên li girtîgehê jî bi berhemên xwe li fûarê bûn!
 


DataLife Engine