Açılış Sayfam Yap|Favorilerime Ekle
 

EyyupGUVEN.Com Hoşgeldiniz.

 
Eyyup GÜVEN » Arşiv- 16.12.2014

TEYRÊ BAZ Û MELEKÊ TAWÛS

Ekleyen: eyyüp Tarih: 16-12-2014, 01:42
   TEYRÊ BAZ Û MELEKÊ TAWÛS
TEYRÊ BAZ Û MELEKÊ TAWÛS
Ez û malbata xwe li herema şengalê li gundê Xiran jiyanaxwe didomînin.
Di warê aborîde debarîya xwe em bi karê pez dikin. Ber wê yekê çend roja carekê hundur gova pez tije zibil dibe. Ez û xweşka xwe yek diheri hundur govê paqij dikin zibil dicivîne ser hev, paşî davîje ser sergoyê hewşê.
Disa ji va rojna rojekbû, vê derbê ez û xweşka xwe Delal em çûbun gova pez, ji bona hevdana zibil. Dema xweşkamin deheri gova pez paqij bike ez zêde nedixebitîm min bi misînekî bi çûk hundur govê avreşand dikir kû ji bo na miskalê zirit ji erdê rane be. Pênc xweşkê min hebû ez birayê penc xweşka bûm.
Em hîn nuh ketîbum hundur govê, di destê minde carûd û misîn hebû. Xweşakmin hundur dimalt, wê gavê dîyamin lez bi lez û bi hêrs ket hundur govê . Wek pelê dara çulo biweşi wenî dicirifî ruyê diyamin reng tê de nemabû ji ricifandina ruyê wê zer û sipî bu, berêxwe bi xweşka min vekir:
---Delal ji govê dernekeve Çi deng bê çi pevçûn çêbivê hûn qet ji hundur govê dernekevi. Di hundur de bimîne û birayêxwe zerdeşt biparêze (Çavexwe li hundur gerand) di nav vî zibilîde ji birayêxwe cîhekî çêkê di bin zibilde veşêre. Va ez derdikevim, derî ji di alîyê paşîyêde bigre û çi buyer qewimî bila dengê te dernekevi.Ezê herim bê bavê te d içi rewşê deye.
Dema dîyamin ev peyva kir û çû xweşkamin ket paş derî derî zikate kir û li hundur vegerîya.Rahişt bêrê û zibil kir du alî heya erd derket, di wî erdî merşek biçûk raxist û bang min kir :
--Wer ez qurban weri birayêmin ,Bavê min.
Min nizanî bû ezê bivêjim çi deng jimin dernediket lê belê lingêmin hêdî hêdî bi du min dihat.Xweşkamin destêxwe avit bin pîyêmin ez li ser merşê razand. Çu çend parçe qarton anî danî ser min, rahişt bêrê û zibil avit ser lingêmin .
---Zerdeşt kekêmin tu qet netirse vay xwişkate li cem teye, bise ezê vî zibilî bavîm ser te.Dema te hulmaxwe nestend jimin re bibêje.
Min fahmnekir çi buyer qewimîye lê belê xwişkamin dema bimin re dipeyivî wek baran bibare hêsir ji çava diweşîya, nedixwest ez ruyê wê bivînim ruyê xwe jimin dizîvirand. Zibil anî heta ser piştamin û jê bêtir karton kir wek malokekê taqek biçûk tê de vekir û ji qolincêmin heya serê min bi qartonê veşart. Misînê biçûk tije av kir danî ber min û sermin bi temamî girt.Min ide tiştek nedidit lê belê di bin qartonê de hulmamin hindik hindik derdiket. Ez di bin vi zibilîde bê deng mam.Bes min faam nedikir çerbûye.Dur bi dûr dengê xweşak min dijhat:
---Zerdeşt, Heya min nehat bang te nekir tu ji bin zibil dernekevi. qet tu ranebi serxwe.
Mejîyê min li hev ket, hin ez wenî difikirîm dengê derîyê govê hat min faamkir xweşka min ji govê derket û hîn nuh dengê girtina deri hat qirînek pir şewat û bilind hat ji xweşkamin bi qîrîne re bu qir qira dengê çekê giran.
Wê gavê min newêrî bû hulmaxwe bikşanda ez bê deng û bê hulm ma.Ev çi deng bû? kî hatiye malame? Kî hatiye gundê me? Ji bona çi ez di bin vî zibilî de hat veşartin. Dîyamin hat ber çavê min bavê min û xweşkê min hat ber çavêmin yek bi yek di bin vî zibilî de di ber çavê min derbas bû nuha kes tuneyi. Di govêde hew ez, misînê avê û zibilê sermin.Buyere berê qewimîye yek bi yek hat biramin.Diyamin û bavêmin dipeyivî her dem din av peyvê wande DAİŞ derbas dibû.Di be kû ev necisna hatibin gundê me.Di bin vî zibilîde hew fikirandin di destêminde maye. Xeyalê min çû dema min xwedê da.
Min xwedê da malbata min ji cejnê bêtir şahiyak çêkir.Gûnd giş bi hatina min pir kêfxweş bu.Bavê min jî yekî tenê bû xweşk û birayê bavê min tunebû, lê belê ê min pênc xweşkê min heye wek pênc şêra ez pir ji wan hezdikim û ew min bi ruhêxwe nade.
Di bin zibil de dem derbas nedi bû. Dem her gi peşde diçû min ji xurandinê , laşê xwe peritand.Wer kû min laşêxwe dixurand min destêxwe davît kêderê xwîn pê diket. Min faam kir ez nikanî bum zêde di bin vî zibilî bimînim. Min destê xwe davît kêderê destêmin tije kêç dibûn nav porê min wek aşê genim hurdike xirxira nenûkêmin li ser laşê min diçû û dihat. Her dem derbas di bû kêç îdi diket ser çavêmin.Çavê min tije kêç bû min nikanî bû çavêxwe vekira.Ji tîbuna qirikamin pev zeliqî bu ez pîr tî bum min rahişt misîn û kir nav her du lêvêxwe û bi serxwede qulupand. Lê belê ji Avê bêtir gemar ket hundur devê min , ev gemara diperpitî wê gavê min faam kir kû hundur misîn tijê keç buye. Ji bîhna zibil û ji xul xula kêça ez ide zêde nikanî bûm di bin vî zibilî de bima. Hêdî hêdî ez rabum ser xwe min xwe dawşand , li hundur govê min li hinek derdora xwe guhdar kir tu deng nedihat .Car carna wek kevira bin guhê hev diket lê belê jê bêtir tu deng nedihat min. Ne dengê dîyamin dihat, ne bavê min, ne xweşkê min. Ez di hundur govêde hineki ser linga bê deng mam.
Min berêxwe bi taqa govê vekir. Dema min di taqêde ji derv nerî ji duxanê tu der xuyanedibû. Mala apêmin Mûsto li hember me bû ji hewşawan dûxan hildikişîya.Xofek pir mezin ket hundurê min ez hinekî şundi hatim çûm paş derî sekinim. Min guhdar kir lê belê tu deng nedihat min.Ez sekinim ez bê biryar bûm. Ez derî vekim an venekim min nizanî bû lê belê pewîste ez derî vekim ,û bê xweşkamin diyamin bavê min çer bû li kuderêye.
Min destêxwe hêdî hêdî bir paş hesinê ziqatê girt û bi berxwe kişand. Ziqate ji cîhê xwe derket, min destê xwe avît deriyê govê û ez derketim ji derv. Hin min nuh li hewşê nerî bi deha wek barana bi şerpîn li ser ruyêmin bibare deng û morikê mirine lez bi lez hat sermi, li ser sîngamin ket. Dema morîka yekemin li ser sîngamin ket wek tu şerîda filmekî bi paşpaşkî berde. Di jiyanamın roja yekemin heya îvro çi buyer qewimîye di ber çavêmin yek bi yek derbas bû. Xwedê dayinamin bigre, roj bi roj, mezinbuna min, peyvê bavêmin dîyamin , erd, ezûman , çîyayê gundê me darê di hewşamede , mîha qer, bizina kol, kerê me ,hewt hewta kûçikême ,nûr nûra pisîkame,berxikê ber mîha kullek, cêwelekê destê sibêh de sewta wan,beyta lalîş , zîyareta Çel Mêra û çi hebûn an tune bû giş di ber çavêmin derbas bû û wek çilak tu pufkê nişkade her der tarî bû.
Ez bawerim demek pir kin derbas bû, çavê min vebû.Tirs û xofa ketibû laşêmin ji mejîyê min û ji dilêmin derket. Min hêdî hêdi çavê xwe vekir dema min serêxwe bilindkir qet êş di laşêmin de tunebû. Ez rabum serxwe ,her ku ez radibûm serxwe wek ez ne di hundur laşêxwe de bim. Ez pir sivik bûm. Wê gavê min li doraxwe nerî, min dît laşêmin li erdê ber derî ye gova pezi. Ez veciniqîm , min faamkir kû ez nedi laşê xwedeme. İdî ez hêdî hêdî hildikşiyam ez ber bi jor difirîyam . Berêmin li hewşê bû ev çi sosrete ez bawerim ez sed sal dinê jîyanaxwe berdewam bikim derbek dinê ez sosretek wenî nabînim. Bavêmin , li ber derîyê hewşê ye. Dîyamin xwe avîtîye ser bavêmin.li ser bavêmin qulupîye. Xweşkamin delal li ber pînika mirîşa ketiye giş di nav golek xwînê vedigevize lê belê xweşkê min xecê, Sosin , Zeytûnê û felekê li ber kuçik pev hatiye girêdan û di xwelîgezkê de serê xwe bera ber xwe daye ji xlaf xuşkamin zeytûne deng ji tu kesekî nedihat dema min baş li xweşkaxwe nerî serê wê giş di nav xwînê de bû , çi lêxistibû ez nizanim lê belê xwîna sor rengê xelîyê guherandi bû. Deng ji wan dernediket. Min yek bi yek dîsa li gişa neri bavêmin di çi ecêbê de bû piştî ez hin bilind hilkişîyam şûnde min faamkir serîyê bavê min li ber her çar xweşkê min hatibû jêkirin .Bi vî rengî min xwe jibîrakir min digot qey ez di nav agirê volqanekê dişewitim. Min şevt hîs nedikir, lê belê êşek kû gi ez nikanim bînim ziman limin gerîya bu.
Min li derdoraxwe nerî li ber hewşê nêzî deh kesa sekînîye giş wek necisê ser sergoya bun. Rihawan , porêwan cilê wan gij gijî buye. Giş wek teyrê berate bûn. Ez bawerdikim di rûyê dinyêde tu teyr, teba, nebat, û şênayî di vî rengîde gemarî û qirêj tuneye. Ruyê gişa wek curdonê nav sereba ye. Qaj, qaja cewrika dihat li ber awaza necisê bê însaf. Nur nura zaroka dihat li ber zur zura şeddade bû tolaz. Min li derdoraxwe nerî li navbera temama gund duxana agir bi ezûmana diket. Her duxanek hildikişîya bi vê duxanêre zarokê biçûk hestîyêwan diperpitî û hildikişîya bi asumana diket. Min tiştekî dinê faam nedikir.
Berê em bi malbatî diçûn cem şêxê xwe ji mere digot: Mirov dimre ger bê guneh be yezdanê dilovan xelatekê dide wan.Ew mirîya disa wek candara her tiştî dibîne. Di be ku ez ji bona vê sosrete bivînim yezdanê dilovan limin neqişand jiyana duyemin.
Ez jixwe pir acizim,bila sûçdarê dinyê giş ez buma û min ev sosreta nedita.Bila ez belengaz û bê dil bûma, û ez nebûma şehadê vê sosretê. Min li hewşê dinerî min li diyaxwe bavêxwe dinerî , min hêsirtîya xweşkê xwe dinerî min li laşêxwe dineri laşêmin buye serad ji şûna morîkê mirinê.Serê min bi jor hat qulupandin, bê daxwazamin peyv yek bi yek ji nav lêvê min hilkişîya asûmana:
---Hewar yezdanê dilovan sed car hewar. Ev çi sosrete? Ev çi ecêbe tu rêmin dide? De weri di gazîyamede ,ez bi hêrsa dilêxwe û bi hêsirtîya gelêxwe bang ve dikim.
Şêx şemseddin,Şêx Fexreddîn,Şêx Seccadîn,Şêx Nasir,Şêx Hesen,Şêx Adî, Melekê Tavûs were di gazîya mede were me biparêze xelaske ji destê ev necisê bê dîn û bê îman. Ma ka kê kulmek ax ji zîyareta “ÇEL MÊRA “ rahiştina dihat parastin. Vay ew necisna xeradike vê xewlaxanê . yezdanê dilovan tu li kuderêye?
Min serêxwe bera berxweda û hêsirê xwînê ji lenerîna min diweşîya.
Wê gavê bu kij kija azûmana, bu şerq şerqa birûska ,bu şîrqînya tirojê tava û ref bi ref reşayak xwe li ser gundê me girt. Ew ewrê reş nêzî min bu min faamkir yezdanê dilovan dengê min çûyê. Komek “TEYRÊ BAZ”Wek biruskê xwe bera jêr dida bi taybet ser gundême lê bi tevayî ser herema “ŞENGAL”ê belav bûn. li jêr, di reşayêde buye girm girma lingê Şêrê berîya mezra botan. Tu bi çi navî banke lı bejnâ wan tê.Giş agirê potê serhıldaneye.Li şengalê li Koban’ê gav bi gav li Kurdîstanê. Dîrok di navbera mezrabotan de derket û nuh de tê nivîsandin.Ne dirokek tirsonek û belengaz. Diroka pênusawê bi hestîyê zaroka,hubra wê bi xwîna ciwana,kağiza wê bi çermê mirova hatiye weşandin .
Teyrê baz, dema radihişt necisê bê însaf di cî de ji tirsa ruhê wan dikişîya. Şêrê mezra botan lepêxwe li serê wan dixist mejîyê wan dipeçiqand di nav lepê xwe de. Xwin, wek kaniyê serê zinara Bi hurm, hurm dihat ji zagrosê .Di hat xwar bi kêla sedsala Şeddadê bê însaf an hevalbendê wî dehak dipeçiqî û direvîya ji Waşokan.
Sivik buna ser min her kû çû zêde bû.Min faamkir yezdanê dilovan ewê min bi tevayî bikşîne buhuşta xwe.
Berêmin bi jêr ket Teyrê baz Hêzên Parastina Gel, Şêrê deşta Rojava, Yekitîya Parastina Gel. Necisê di navbera gundê mede qewiran ev şandin cem zebenîyê docehê û Gundê me rizgar kir û berêxwe bi KOBANÊ vekirin . lez bi lez…
14.12.2014 Eyyup Güven
Lêkolîner-Nivîskar
 


DataLife Engine