Açılış Sayfam Yap|Favorilerime Ekle
 

EyyupGUVEN.Com Hoşgeldiniz.

 

DÊRİKA ÇÎYAYÊ MAZÎ

Ekleyen: eyyüp Tarih: 13-09-2011, 22:52

DÊRİKA ÇÎYAYÊ MAZÎ
DÊRİKA ÇİYAYE MAZİ

Dêrika çîyayê mazî di kurdîstana bakurde li herema başûrê rojhılat deye. Dema mirov bixwaze dîroka navçê faam bike pewîste bi du alîya lê binere.Lênerîna yekemin avakirina navende navçêye, a dûyemin avakirina şarıstane li der dora navçê ye.Ber vê yeke em dixwazin bahsa avakırına navênda navçê bikin. Avakirina navenda navçê nezî 450 sal berê ji ali qebila mala davidê kalo hatiye avakirin.Mala davidê kalo bi eslêxwede kurde u Ji eşîra rutane. Eşira rutan di navenda Erzurum Hozat u Pülümür eşirek pir mezine. Ev qebila ji herema dersime ber merkujiye koçber dibe u te sinore amede herema terkan. li vêderê gundeki bi nave rutan(Derrîş) avadike. li herema têrkan mîrekî pir zilimkar he bu gunde derdora wan giş bi vi miri giredaye. Demek derbas dibe li hev nake mir u zilamexwe digre ser qebila mala dawidê kalo u vê qebîlê talandike. Şerekî pir mezin derdikeve di vî şerîde xwe digîne mîr , mîr dukuje u ji gundê rutan bardike dema bar dike bi mala dawidê kalo re u mala qeya ji bi wanre bar dike u te heya sinore Dêrike. Dema ev herdu qebilena te sinore derike mala davide kalo li ser zinare navçê bi cih dibe navê we hereme dibe Gare rezê devid. U mala qeya li berîyê bi cih dibe navê we hereme dibe xirbê qeya an merga qeya. Sal 1600 di vê demede navenda navça Derike hîn nehatîye avakırın. Dawidê kalo li kanîya guzê qesrkê çêdike u ji we demê şûnde navenda Dêrikê tê avakirin. Erdnigara dêrikê se aliyê we zinare u aliyê dine kasi çav çava dibine berîye u di ro avaye navçêde deşta qerejdaxe Koçer u pir eşire mezin li ve dere jiyanaxwe berdewam dike.Di navça Dêrike u li gundê Derike pir eşir hene li navçê Ruti,Abasi,Mahmudî Salkî, xidri,deliki,u çayi li günda bi navê,Sefî, sorikî, sarxwanî, Bêreşî, Hamî, Porî, Menda, Metînî, İzolî,Şeyxî,Terki,u Dewreşeki, heye û giş kurde.
Em li avakırına duyemin binere li derdore çîyay u berîya Derike şaristane pir kevnare heye ev şarıstaniya di dema şikefta dest pê dike u dema neolotik ber devam dike u digeheje mitanni Akad,Sümer
Pers,Bizans,Roma Sasani,Artuk,Med u heya dema 1923 a.
Heyşt taxe navçê heye.Taxa kelê(Taxa rutan),taxa kanîya guzê(Taxa ebassîyan),taxa çîya,(Taxa salkîyan)taxa kanika buçûk,(Taxa mahmudîya) taxa reza,(Taxa eso emikê), taxa heramiya taxa tilbisim u taxa qetaro. Navça Dêrikê di destpêkê de heya 1923 de bi Amedê re giredayî bu ji sala 1923 şunde buye navça Merdin. Derik sê alîyê wê ziinare pişta xwe daye çiyaye mazi , berêwe li wêrenşarê u qoserêye.Berîya Derike ji kuntere çîyayê mazi dest pê dike u her gi bi deştê dadikeve bilindiya xwe wendadike. Li ser milê çepê sînorû erdê wê digêheje deşta koserê u îklîma wê zivistan u havînan bi dijwari derbas dibe. Palê bervaren çîyayê mazi bi pirani dar-u-deviye berî u mazine . Di van salên dawî her gi diçe darû devîye we zêdetir dibe .li berîya Derikê her çuqas cihe keraç hebi erde bereket pirtire.li va erd na wek genim,ceh,nisk,u nok tê çandin lê belê li Dêrike e pir bi navu deng zeytune li navçe nezi 700 hezar darê zeytuna dide heye u zeytunê heri baş cinsê bi navê xilxalîye. Pişti van salîye dawîyêhin bingavu pengavên li mintiqayê çêbûn u gelek bir hatin kolan çandina weke pembo,garis,kuncî u bîstane avî zêde tir bu. li erde şehar u heta palên qerejdaxê ji çiltuka birincê tê çandin.ji xendi wan tiştna şunde rezen tirî,bahçeyen hijîra,darê hinara mişmiş u guz u ji her cureye fiki pek ten. Debara kesen li nava bajer rudini li ser deman u cenaniya rez zeytun u beşeki bi çuk dikandari u bazirgani mijul dibe.Debara gundîye li hêla çiya rudini li ser xwedikirina pez hejik u ezingane, ê li berîye ji li ser çandini u zireetêye. Ji xendi zireete tişteki bê kirin tuneye.Di diroka merdinde kijan devleta u kijan şarıstaniya liser merdin hukum kiribe Derik ji jixwe ketiye bin hukumdarîya wan.Haya demek nezik ji qismek mezin ji runiştvanen Dêrike Ermenî bûn. Di van sale davide ji ber sedeme abori civaki u siyasi ermeniyen Dêrike ber bi stenbole,suri ewrupa u emerika koç kirin.ve gavê yek malbatê wan li derike maye.di dema xwe de sennetkari di deste ermeniya debu, di derike bahsa 7 deran dike yek ji va deran diroki dera sore ku li ser navê ermeniya maye. Derik ji hela av û çemu u kaniya dewlemende heremêye. piraniyan çema zivistanan der dibe u havina dimiçike,çeme xabê,çemê şêbê,çemêzorava, u çemê circibê u kidaba kulêbe hin ji wan çemane.ji xendi wan çemaji hin golu barajen ji bona avdane bi navê kunreş,subetan,qurixî u sepnatê, ku ji terefe dewlete hatınen çekirin.Kaniye di navçede kanîya kulêbe, kaniya guze kaniya buçuk u kaniya misrike,kanîya paane, Derik bı ser sinore şemrex,qoser,sere kaniye,u weranşareye,ru pivana derike 1397 km kareye 71 günd u 91 mezra heye. Gora 2008 de serjimara navenda navçe 19.704 kese u teva gund u mezra 57.237 kese. Raqıma derikê 780 metre ye u bilindahiya çîyayên we 1500 metreyi derbas nake.Çiyayê we bi navê çiyaye mazi tê bin av kirin.Derik bi beriyaxwe li ser sinoren deşta heranê ku heta dighe erden Nisebîne ye. Berîya Dêrike bi kevire şeharin. girqijoten ji berî diroke de teqiyane u wan derdora belav bune. ve gave ji wan qirqijotan maddeya ku bi navê “klinker” e u di çekirina çimento de wek haven te bikaranin u derdikeve.
Navça Dêrike di ware siyasi u edebi pir niviskar u rewşenbir le mezin buye. wek mele hesene tawiki seydaye cigerxwin, seydaye cigerxwin li derike li cem seydaye mele eskender şagırti kiriye.u wek bu ka derikya eyşe şan, lê belê ê li Dêrike xwede daye wek Reşide kurdi,Qedrican,Edip Qarahan,u wek rewşenbire ne navdar Ezize biro,Mecito Ahmedê cimaa,eliye sitika.
Di ware siyaside gava heri mezin ku li Dêrike mezirandina kurt kulubiye. lê belê mirovê kurt qulubi damezirand giş hat girtin an dadgeha mezin dalikandin ji mirovê qulebe xwest. Wek bi navê Heci Seydi, u di dema şerê şex seid de wek bi navê Mecito.
Li navçe diroka şaredariye di sala 1874 de dest pê dike. Berê navê we mahfel u paşi bi navê xelqebî ber dewam dike. Ji sala 1926 de heya sala 1999de şaredari bi destê eşira dihat meşandin. 1999 şun de bi deste partiya Hadep,Dehap, Dtp,Bdp, tê meşandin.09.09.2011

Ev nivîsa di kowara rewşen hejmara 5 de hatiye weşandin.

JÎYANA CÎGERXWÎN Lİ DÊRİKÊ

Ekleyen: eyyüp Tarih: 8-09-2011, 13:10

JÎYANA CÎGERXWÎN Lİ DÊRİKÊ
CÎGERXWÎN 1903-1984

Cîgerxwîn helbestvan,sîyasetmendar,u nivîskarekî pir mezine.di derheqa xebatê cîgerxwîn çend , pirtûk an helbest bê nivîsandin, dîsa jîyana cîgerxwîn bi tevayî nikan bi mirov nîşan bide u nikani wî bipesinîne.
Cigerxwîn li her derê kurdîstanê, gav bi gav gerîyaye u her der binçava de derbaskiriye. Dema li kurdîstanê gerîya ye , di wê demedê axatî û şêxtî pir bi deng bû û wek sazîyak fermî dihat qebulkirin. cîgerxwîn jî, di tu demêde axatî û şextî neecibandî Ber vê yeke, ji pir devera hatiye celîkirin û her dem bi lenerînek dinê hatiye naskirin.
Di sala 1922 de heya çûye ser dilovanîya xwe di warê edebî ,helbest û nivîskarîyê de pir berhem hiştîye , lê belê di tu behremê hatiye çapkirin bi berfirehî bahsa jiyana seydayê cîgerxwîn li navça Dêrika çîyayê mazî nehatiye kirin.Mirov li helbestê wî an li çaranîyê Cîgerxwîn dineri tê faam kirin , Dêrika çîyayê mazî tesirek xurt li ser cîgerxwîn hiştîye.Lê belê wek me bahs kir di derkheqê vê tesîrê de lêkolîn ê ber fireh tuneye. Daxwazîyame eve kû xwendevana di derheqê jiyana cîgerxwîn, li navça Dêrika çîyayê mazi de agahdarbike. Di dîwan û pirtûkê bahsa jîyana seydayê cîgherxwîn dike salê 1922 u heya sala 1924 zêde ne eşkereye ku bela cîgerxwîn di va sanla de li li Dêrika çîyayê mazi maye.
Seydayê cîgerxwîn,di sala 1903 de li navça kircewsê li gundê hesar xwedê daye, di şerê cîhanê şerê yekeminde di sala 1914 de deheri bin xetê derbasî Surîye dibe , li amûdê jiyanaxwe berdewan dike.
Di sala 1921 de vedigeri derbasî alîyê Amedê dibe u li amedê deheri cem seydayê serî jêkirî di varê olîde perwerde dibe, di wê demê de dibihîze li Dêrika çiyayê mazî wek mel hesenê tawîkî ,wek seydayê mele Îskender kazim heye. U di sala 1922 de tê Dêrika çîyayê mazî.Dema tê navçê li navçê Di warê olî de berpirsîyar melle elî ye. Lê belê di nav gelde u di warê perwerdehiya olî de seydayê melle Îskender kazime.Cîgerxwîn di wê demê de deheri cem seydayê melle Îskender u dest perwera olî dike. melle Îskender di warê netewîde peşde çûye ber vê yekê cîgerxwîn gava perwerdeya siyasi cara yekemin li Dêrika çîyayê mazî avîtîye.Dema seydayê cîgerxwîn li isweçê jiyanaxwe berdewam dike , kovara medya güneşi bi seydare hev peyvinekê dike Seyda we demê vuha dibê je :” Ez bawerdikim min baxçe u rezê dahl û xabê nedîta dibû ez nebu ma helbestvan , min hestû u ramanê xwe ji jiiyana Dêrikê u lênerîna Dêrikê girt.”Di vê gotinêde mirov faam dike kû derikê pir tesîr li cigerxwîn kirîye. Dema mirov li çarînû helbestê cîgerxwîn dinere tê xuyakirin kû , erdnigara Dêrikê pir dipesini ne.




DÊRİK

Dêrik çi xweşe bi dar û av e,
Ev av alî her derê belave.

Yek Xabe belê, bihuşt û mava.
Pir mişmiş û sêv û dar û selwa.

Pir gûz û hejîr û xox û hinar,
Pir kanî û aş û av û cobar.

Yek dî heye jê dibên Kulêbê,
Gorî ne ji wê re Xûrs û Şêbê

Pir aveke sar û pak û şêrîn,
Pir dar û ber û gûlan ê rengîn

Bilbil digirî bi ax û zare,
Daxwaz bi xwe komala heware.

Mizgîn dide ev heval û yare,
QEDRÎ kol i Şamê xwendeware

Çepkan dîkutîn dibên birawo,
Gorî te dibin xweh û bira.

Dema seydayê cigerxwîn li navçê dimîne li cem seydayê melle Îskender pir mele u şexsîyetê navdar perwerde dibe. Ev şexsîyetna , Mel mexmedê heboşî,Mele mexmedê melê xemê,melê bêzo,melle evdirrehmanê sorikî, êlaso u ziya ye. Di demê pêşîyê de ev melle u merivna di serhildana şêx seid de alîkarîya bi şêxseid dike.
Dem bi dem , seydayê cîgerxwîn bi hevalêxwe re deheri ser gar û zinara digeri.Li navça Dêrikê zinarek heye ji ve heremêre dibê je firna gawira di firna gavirade heremek heye jêre dibêje gov , di qirqirinq fillah de li govê pir filleh hatine kuştin.Rojekê s Cigerxwîn u melle evdirrahmanê sorikî deheri wê heremê dema Seyda li wê heremê li ser zinara govê rudine u lingêxwe bi ser zinarê berdide u çarînekê dibêheje.

Hey lo dilo hey lo dilo,
Agir berda loda çilo,
xelk u alem tev bu meriv,
kurmanc tenê maye wilo.


Xir xir dike zir zir dike ,
Wek kerê mala şêxê silo,
Heft heft dike, heyşt heyşt dike
Wek kucikê mala şêxê biro.

Cigerxwîn herdem bi şagirta u bi hevalêxwe diçû nav rezi baxçê Derikê u navê wa heremna , xab u daxle, we demê cigerxwîn di piranîde çaranî dinivîsan şagırtê wî an hevalê pêre xitim dikir.Çarînek wi lis er daxlû xabê wenî bu:
Min baxçak dit li xabê wek baxçê cinnetê,
Min avek jê vexwar , wek ava qudretê,
Lê zalim neyar dibe xwedîyê vê hikmetê,
De zu bike kurdo nemîne di ixanetê.

Dema welat parêzî hedî hedi di mejîye wî de dişitile , faam dike ku li navçê axatî di pêşîya her tiştî deye ,rojekê di nav sukêde dimeşi lê dineri ku nehdeh meriv zilamekî belengaz girtîye u lêdixê ,cigerxwîn dibîne u pir diêşe ser vî karî çarîna gihaştîye vê demê eve:

Dêrik bi rezi bi terezi,
Serê Dêrikê bi axa u bi teresi.
Hêvî dikim ji xedayê bej u av,
Ruhê va necisna bitsîne lez bi lezi..

Seydayê cîgerxwîn di vê demêde helbestêxwe bi erebî dinivîsîne, rojekê ji Dêrikê deheri qerejdaxê, mevanîya çûço axa,çend roja liwêderê dimîne rojekê ber êvarî du swarê hespa tê kon.Her du swarî yek Şewqî begê yek jî ,birayêwî evdîla bege. Ew ji erxenîya diyarbekire,her dû bira qaçaxe u firare, berî ku serhildana şêxseîd çê bive li nav kurdîstanê digere u ji mirove welatparêz alkarîyê duxwaze ber vê yekê hatiye çiyayê reş. Wê şevê dibe mêvanê çuço axa,li kon dimîne u li wêderê cîgerxwîn çend helbestê nivîsandîye ji mênvana re dixîne. Şev derbas dibe Dibe sibêh zû , şewqî beg bi destê cigerxwîn digre u deheri ji dervî kon , şewqî beg dest pê dike,dûr u dirêj qala xwe ,kurdan û xelasîyê azadîyê dike:
---Tu bi zimanê xwe zimanê kurdî nenivîsine, tu wate tune, ez ji te dixwazim tu bi zimanê kurdî binivîsine. Ez di sala 1924 de ser vê buyere şunde,bi saya şewqî begê erxenî zêdetir hişîyarbum. Cigerxwîn bu kurdî dest nivîsê dike.
Her dem şagirtê cîgerxwîn li dorê veduhewîya u cigerxwîn çi difikirî bi wanre par dikir.
Li navçê malek hebû jêre digot mala hüsêne zeynê, di eslêxwede ji gundê xaroke, her roj bi hevre pev diçinî navê zilam husên bû navê jinê sittîka bu, dema pevdiçinî cigerxwîn keti bu navbera wan u ev li hev anî le belê ne hew derbekê gor du sê roja carekê pevdiçinîn . Wê gavê cîgerxwîn di derheqê wande çen çarin nivîsandibû.


Pîra sitti hat bi qabqabkê,
Serî dihejike , wek şaqula leylokê,
Zû birevi apê huso lêdan heye,
Te şîv neanî, işev di gazîyatede şeytan te.

Apê huso tu mêrxase pelewane,
Tu natirse ji sittîka tu ji mala dînane,
Dema sittî xuya dibe xêre solête bin çengane
Navran di nav devade , wek hepsê erebane..

Heya dereng derbas bu ev herdû çarîn na, di nav zimanê layê xalê huso debû. u bahsa cîgerxwîn dikir.
Cigerxwin li navçê bû, Derik bi Amedê girêdahî bu, di sala 1919 li amed u ruhayê kurd kulubû hatibun avakirin , dem ali wa herdu bajarna kuluba kurda avabu , li Dêrike şaxekî bi amedê girêdahî hebu serokatîya vê revebirtîye layê heci Osman ilaso dikir. Ber we yekê nezîkatî ya ilyaso u cigerxwîn hin xurt bu. Dema di warê perwerdê sal diqede şûnde mala heci osmanê reşo bang mella u feqqa dike ji wanre xwarinê çêdike, dibe nav rezê xwe u feqqe, melle Îskender u mel elî deheri ser xwarina hatiye çêkirin, we gavê mel elî kurêxwe dibe ser xwarinê cigerxwîn lê dineri, zarok bi melle elî hatîye u li ser wê rojê helbestekê dinivîsîne,

Hat rojekê rojê xwedan,
Em çûn baxçê hecî etman,
Em bûn misafirû mevan,
Ji mer şerjêkir berxû beran.

Kuruk melle li hev civîyan,
weke gurê serê çîyan,
Rahiştin şahê kevçîyan,
Melle mayi bê kevçîyan.


Ketin ser birinca qerejdax ,
Xoşava qeysîya,
Bu ring ringê kevçîya,
Kirin wek şerê eshabîya.

Ne melle sekinî dawî da ,
Ne kurê xanê.
Cimetê dirêj dirêj sekînî
Li xwarina hevdanê.

Kurik melle beraberin,
Purtû çavêwan zere,
Ew dujminê pêxembere,

Emer bankir nebi bıra
Rahêle kîja kevçîyê giran
Lêxênîne weke guran..

Evdo emer nebî xariz,
Goştê sêlê kir ciz u viz,
Bisulman ji wan buye aciz.

Melle dibêje kevçîya dîne
Rabe pevre bigerîne,
Rehmet ruyêwan nabîne
Ew ji pîra xana dîne.

Dema cîgerxwîn vê helbestê dinivîse şûnde, helbest li nav dêrikê belav dibe u di vê belav kirinê şûnde axa u melle faam dike cigerxwîn zêde li dêrikê bimîne ewê ji wanre xisarbe bang seydayê Îskender dike dibêjin cigerxwîn muşrîke u pewîste ji navçê here. Melle Îskender deheri cigerxwîn dibîne cigerxwîn faam dike ku ewê wî wendabikin , dibe sibêh zû , şagıirtê xwe li hucra tenişta mizgefta kanîka bi çuk dicivîne cem hev u jiwan re dipeyive:
---Ez dikim ji dêrikê herim, lê ez bê dil ji vêderê deherim, dilêmin li dêrikê dimîne u ezê herim tu cara ez Dêrikê ji bîr nakim. De bixatirêwe.Emê di rojnî hina xweş hevdû bivîne.
u melle evdirrehmanê sorikî u elasê hecî etman, bi cîgerxwînre deheri ji devrî Dêrikê wi dişîne.
Dema ew deheri dervî dêriki di 1940 de Alîyê husên,(Elîyê sittîka) deheri Surîye qamişlî, ewê ji qamişlî derbasî gunde taabeş bive, dema deheri gund, gundî amedekartîya mêvana dike , dibêje ewê cigerxwîn were. Ber wê yekê xalê elî disekine ku gi weri bê cîgerxwîn ewê an yekî dinê ye. Dibe şev temema mêvana u gûndîya lî oda maazubanêwî runiştîiye demek nêzîk derbadibe dineri cigerxwîn hat, u Cîgerxwîn li dêrikê mamostê wî bu, çuqas gundî u mêvan heye bi navê Seyda bang dikê , seydayê Cîgerxwîn.Şev dibe nêvî ew li odê dimîne,ode ji mêvana u ji gundîya kes kesekî nabîne.demek derbas dibe cîgerxwîn li çav xalê elî dikevi u bang dike.Dema bi elî re dipeyive wî nas dike,û ji xwedîyê malêre dibêheje bila livînêmin u ê elî li cem hevbin. wê şeve li cem hev heya dereng şar dimine u dipeyive.Ji xalê elî re dibêje
---Dema ez ji navenda navçê derket şûnde ez çûm gündeki Dêrikê, li wêderê min dest melletîyê kir, di wê deme de ,şextî jî pirbû, li gund niv şêxek hebû, digot ez kuçikê mala şêxê cizirîme,ber wê yeke de em min her ew didit min devêxwe dikir gûha jêr digot , işê kuçika li mizgeftê tuneye,a duyemin dema zikkat dihat stendin, bela ku em herdu jî di warê oli dixebitî çi zikat bihata bime her duya dihat parkirin ber vê yeke şêx ket eleyhêmin u axa ez ji gund derxistim,paşî ez çûm alîyê cizîre min dit şêxê wê demê di bin navê zikatêde fekîra diruçikîne ez li hember şêx sekinim wê gavê şêx faamkir kû ez diji wî dixebitim ez ji wêderê ji celi bum u ez hatim qamişli, li qamişlî hîn tu kesekî ez nas nedikirim min sergin berevdikir u ew sergin na difirot u pê asukêxwe diqedand, roheri ez li nav erdeki bum min disa sergin berevdikir,min lê nerî nezi deh zilama bera dû şêxê cizîrê daye u dimeşin, dema şex çavmin ket ez naskirim u sekini ji bok û henekêxwe b imin bike dest peyvê kir:
---ooo şexêmin,seydayêmin,tu çer dike?
---Ez çerdikim ez necisa berevdikim ezê bivim bifroşim u asukêxwe bikirim.
Wê gavê wek şex xiznakê bivîne u xwe avit holê bi dengekî aza bang kir:
---Ma ne gunehi tu dike gu bifiroşe u bi vî gu,heri nên bikire u bixwe?
Min faamkir kû şêx dixwaze min li hember hevalêxwe biçûk bike , wê demê çarînek ber devê min u min bi wê çarînê bersiva şêx da.
Şêxêmin seydayê min,
Bi şaşika serête,bi îmana qelbête,
Bi mirîdê dorate
Ev gu çêtire ji wê zikata te.

Dema min wer got şûnde wek tu şivekê liser çavê şêx xe u got.
---tu xirîya ye lazime peyva bitere herame,
u ji wederê lez bi lez çû ez hatim xebitîm u nuha ez xebataxwe berdewam dikim. De bivêje li Dêrikê çi heye?
Min bahsa ekserê receb beg kir dema serhildana şêx seid tek deheri şûnde li giştîya kurdîstanê çek tê berevkirin u li para dêrikê jî , serdarek dikevi navê wî receb bege, zilmû zora wê demê u binçavkirina mirovê welatparêz kû seydayê melle îskender, ket zîndanê derket şûnde mir.melleye bi cigerxwîn re duxend giş revîya , herkê çûye dereke, ilyasê hecî Osman , u hecî seydî u mecîto hatiye girtin u di dadgeh3ede dalıqandina wan dixwaze.wê gavê bê hemd cigerxwîn s çarînek ji nav lêvêwî derket:

Ava xabê hurme hurme,
Reco hatiye gurme gurme,
Melle revîya çûn zozana,
Seyda maye di zindana..
Baxsa dahle xabê u reze Dêrike kir di çi warî deye min yek bi yek jêre got we gavê disa çarînek ji minre anî ziman:

Gula mêrdîn yek Dêrike,
Baxû baçê we ji cinnete,
Li vê dinîye, u hebi li wê dinyê,
Tû Dêrikê nesîbê min ke..

Bu sibe ez rabum serxwe me tevde taştê xwar min çû genim li kerêxwe kir, ez disa hatim cem seyda min xatir jê xwest wê gavê seyda peyva dawîyê jimin re kir:
---Bila Dêrik ya ,wek çavêxwe li dahle li xabê u li kulturaxwe xwedî derkevi,vê temîyamin ji bîr neke.
Di sala 1945 de disa ji Dêrikê îsmeilê simsar, deheri binya xetê u cigerxwîn dibine, Seydayê cîgerxwîn ji Îsmaîl re disa bahsa Dêrikê rezû dahle we u erdnîgara Dêrikê dike.
Tiştê tê faaamkirin,Dêrika çîyayê mazi di nav dile seydayê nemir cîgerxwin de,cihekî giring digre. .O8.09.2011
                                                                                                                                                                      Eyyup Guven
                                                                                                                                                                       Lêkolîner, Nivîskar

 

Ev nivîsa di kovara rewşen  hejmara 4'a 2011  de hatiye weşandın.


























 


DataLife Engine