Açılış Sayfam Yap|Favorilerime Ekle
 

EyyupGUVEN.Com Hoşgeldiniz.

 
» » DÊRİKA ÇÎYAYÊ MAZÎ

DÊRİKA ÇÎYAYÊ MAZÎ

Ekleyen: eyyüp Tarih : 13-09-2011, 22:52

DÊRİKA ÇÎYAYÊ MAZÎ
DÊRİKA ÇİYAYE MAZİ

Dêrika çîyayê mazî di kurdîstana bakurde li herema başûrê rojhılat deye. Dema mirov bixwaze dîroka navçê faam bike pewîste bi du alîya lê binere.Lênerîna yekemin avakirina navende navçêye, a dûyemin avakirina şarıstane li der dora navçê ye.Ber vê yeke em dixwazin bahsa avakırına navênda navçê bikin. Avakirina navenda navçê nezî 450 sal berê ji ali qebila mala davidê kalo hatiye avakirin.Mala davidê kalo bi eslêxwede kurde u Ji eşîra rutane. Eşira rutan di navenda Erzurum Hozat u Pülümür eşirek pir mezine. Ev qebila ji herema dersime ber merkujiye koçber dibe u te sinore amede herema terkan. li vêderê gundeki bi nave rutan(Derrîş) avadike. li herema têrkan mîrekî pir zilimkar he bu gunde derdora wan giş bi vi miri giredaye. Demek derbas dibe li hev nake mir u zilamexwe digre ser qebila mala dawidê kalo u vê qebîlê talandike. Şerekî pir mezin derdikeve di vî şerîde xwe digîne mîr , mîr dukuje u ji gundê rutan bardike dema bar dike bi mala dawidê kalo re u mala qeya ji bi wanre bar dike u te heya sinore Dêrike. Dema ev herdu qebilena te sinore derike mala davide kalo li ser zinare navçê bi cih dibe navê we hereme dibe Gare rezê devid. U mala qeya li berîyê bi cih dibe navê we hereme dibe xirbê qeya an merga qeya. Sal 1600 di vê demede navenda navça Derike hîn nehatîye avakırın. Dawidê kalo li kanîya guzê qesrkê çêdike u ji we demê şûnde navenda Dêrikê tê avakirin. Erdnigara dêrikê se aliyê we zinare u aliyê dine kasi çav çava dibine berîye u di ro avaye navçêde deşta qerejdaxe Koçer u pir eşire mezin li ve dere jiyanaxwe berdewam dike.Di navça Dêrike u li gundê Derike pir eşir hene li navçê Ruti,Abasi,Mahmudî Salkî, xidri,deliki,u çayi li günda bi navê,Sefî, sorikî, sarxwanî, Bêreşî, Hamî, Porî, Menda, Metînî, İzolî,Şeyxî,Terki,u Dewreşeki, heye û giş kurde.
Em li avakırına duyemin binere li derdore çîyay u berîya Derike şaristane pir kevnare heye ev şarıstaniya di dema şikefta dest pê dike u dema neolotik ber devam dike u digeheje mitanni Akad,Sümer
Pers,Bizans,Roma Sasani,Artuk,Med u heya dema 1923 a.
Heyşt taxe navçê heye.Taxa kelê(Taxa rutan),taxa kanîya guzê(Taxa ebassîyan),taxa çîya,(Taxa salkîyan)taxa kanika buçûk,(Taxa mahmudîya) taxa reza,(Taxa eso emikê), taxa heramiya taxa tilbisim u taxa qetaro. Navça Dêrikê di destpêkê de heya 1923 de bi Amedê re giredayî bu ji sala 1923 şunde buye navça Merdin. Derik sê alîyê wê ziinare pişta xwe daye çiyaye mazi , berêwe li wêrenşarê u qoserêye.Berîya Derike ji kuntere çîyayê mazi dest pê dike u her gi bi deştê dadikeve bilindiya xwe wendadike. Li ser milê çepê sînorû erdê wê digêheje deşta koserê u îklîma wê zivistan u havînan bi dijwari derbas dibe. Palê bervaren çîyayê mazi bi pirani dar-u-deviye berî u mazine . Di van salên dawî her gi diçe darû devîye we zêdetir dibe .li berîya Derikê her çuqas cihe keraç hebi erde bereket pirtire.li va erd na wek genim,ceh,nisk,u nok tê çandin lê belê li Dêrike e pir bi navu deng zeytune li navçe nezi 700 hezar darê zeytuna dide heye u zeytunê heri baş cinsê bi navê xilxalîye. Pişti van salîye dawîyêhin bingavu pengavên li mintiqayê çêbûn u gelek bir hatin kolan çandina weke pembo,garis,kuncî u bîstane avî zêde tir bu. li erde şehar u heta palên qerejdaxê ji çiltuka birincê tê çandin.ji xendi wan tiştna şunde rezen tirî,bahçeyen hijîra,darê hinara mişmiş u guz u ji her cureye fiki pek ten. Debara kesen li nava bajer rudini li ser deman u cenaniya rez zeytun u beşeki bi çuk dikandari u bazirgani mijul dibe.Debara gundîye li hêla çiya rudini li ser xwedikirina pez hejik u ezingane, ê li berîye ji li ser çandini u zireetêye. Ji xendi zireete tişteki bê kirin tuneye.Di diroka merdinde kijan devleta u kijan şarıstaniya liser merdin hukum kiribe Derik ji jixwe ketiye bin hukumdarîya wan.Haya demek nezik ji qismek mezin ji runiştvanen Dêrike Ermenî bûn. Di van sale davide ji ber sedeme abori civaki u siyasi ermeniyen Dêrike ber bi stenbole,suri ewrupa u emerika koç kirin.ve gavê yek malbatê wan li derike maye.di dema xwe de sennetkari di deste ermeniya debu, di derike bahsa 7 deran dike yek ji va deran diroki dera sore ku li ser navê ermeniya maye. Derik ji hela av û çemu u kaniya dewlemende heremêye. piraniyan çema zivistanan der dibe u havina dimiçike,çeme xabê,çemê şêbê,çemêzorava, u çemê circibê u kidaba kulêbe hin ji wan çemane.ji xendi wan çemaji hin golu barajen ji bona avdane bi navê kunreş,subetan,qurixî u sepnatê, ku ji terefe dewlete hatınen çekirin.Kaniye di navçede kanîya kulêbe, kaniya guze kaniya buçuk u kaniya misrike,kanîya paane, Derik bı ser sinore şemrex,qoser,sere kaniye,u weranşareye,ru pivana derike 1397 km kareye 71 günd u 91 mezra heye. Gora 2008 de serjimara navenda navçe 19.704 kese u teva gund u mezra 57.237 kese. Raqıma derikê 780 metre ye u bilindahiya çîyayên we 1500 metreyi derbas nake.Çiyayê we bi navê çiyaye mazi tê bin av kirin.Derik bi beriyaxwe li ser sinoren deşta heranê ku heta dighe erden Nisebîne ye. Berîya Dêrike bi kevire şeharin. girqijoten ji berî diroke de teqiyane u wan derdora belav bune. ve gave ji wan qirqijotan maddeya ku bi navê “klinker” e u di çekirina çimento de wek haven te bikaranin u derdikeve.
Navça Dêrike di ware siyasi u edebi pir niviskar u rewşenbir le mezin buye. wek mele hesene tawiki seydaye cigerxwin, seydaye cigerxwin li derike li cem seydaye mele eskender şagırti kiriye.u wek bu ka derikya eyşe şan, lê belê ê li Dêrike xwede daye wek Reşide kurdi,Qedrican,Edip Qarahan,u wek rewşenbire ne navdar Ezize biro,Mecito Ahmedê cimaa,eliye sitika.
Di ware siyaside gava heri mezin ku li Dêrike mezirandina kurt kulubiye. lê belê mirovê kurt qulubi damezirand giş hat girtin an dadgeha mezin dalikandin ji mirovê qulebe xwest. Wek bi navê Heci Seydi, u di dema şerê şex seid de wek bi navê Mecito.
Li navçe diroka şaredariye di sala 1874 de dest pê dike. Berê navê we mahfel u paşi bi navê xelqebî ber dewam dike. Ji sala 1926 de heya sala 1999de şaredari bi destê eşira dihat meşandin. 1999 şun de bi deste partiya Hadep,Dehap, Dtp,Bdp, tê meşandin.09.09.2011

Ev nivîsa di kowara rewşen hejmara 5 de hatiye weşandin.

Değerli Misafir, Sitemizi Ziyaretçi olarak görüntülemektesiniz
Sizde üyelerimizin faydalanmış olduğu ayrıcalıklardan yararlanmak için lütfen ücretsiz Üye Olunuz.

Yorum:

Yorum Ekle


DataLife Engine