İçeriğe geç

Eyyup GÜVEN

  • Ana sayfa
  • Makaleler
    • Köşe Yazısı ve Konuk Yazarlar
  • Kitaplar
    • Derik Tarihi 1 2008
    • Kulmek Morîkê Şînbirîk 2009
    • Dîroka Dêrikê 2010
    • GOHAR 2011
    • DERİK TARİHİ 2015
  • Basındaki Yazılar
  • Özgeçmiş
  • Ziyaretçi Defteri
  • Galeri
  • İletişim

ÊZÎDÎ

10 Ağustos 20118 Aralık 2020 eyyüp

Êzidî;Kurdên Herî Resen in

Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ola wan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye. Ev ol li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin û kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar wek Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên Mezopotamiya distîne. Hem jî gelek bîr û baweriyên şaristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Aşûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye.. Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke şuristî ye, oleke aşitîxwazane ye.
Ta roja îro Kurdên Êzidî bi ziman, irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeşînin; nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ne. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzidiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.. Parastina vê olê, parastina zimanê Kurdî ye.
Di nav çerx û deweranên salan de dijminên me ji çarhawêr ve şerê zimanê me kirine û dikin û wek ku diyare ziman nasnameya me a netewî diparêze, vêca ez wek nivîskarekî kurd parastina vê ola kurdan a kevnar ji parastina gelê kurd û zimanê wî dibînim. Ango parastina gelê kurd yên ku bi ola xwe Êzidî ne, parastina zimanê Kurdî ye. Ji ber ku ziman bingeha hebûna gelan e û azadkirina ziman, bi azadkirina welat ve girêdayî ye..
Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê vê pêşveçûnê zanibin, xebat û bizavê di ber pêşxistina civata xwe de bikin, da ku em serbilind û serfiraz di şaristaniyek pêşketî de bijîn. Nexasim di vî heyamî de ku civata mirovahiyê bi lez û bez ber bi şaristaniyê ve diçe.. Bayê azadî, demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê belav dibe..
Û wiha baweriya me pir mezine bi gelê me yê Êzidî ku di roja 24ê octoberê de, di roja serjimêriya giştî de li Îraqa Federal, dengê xwe bidin xwe.. Bidin reseniya xwe.. Bidin Laleşa Nûranî.. Bidin Şingala xwe.. Şingala Şewitî, Şingala berxwedanê, Şingala ku 72 ferman bi serê wê de hatine.. Şingala ku keleha xwîniya bû û îro cihê hunermend, stranbêjan û kaniya folklorê kurdî ye.
Pêwîste îro em mikur bên, ku em kurdên misilman ji gelek rexan ve deyndarên birayên xwe kurdên Êzidî ne.. Para me jî di qirkirina vê ola me a dêrîn de hebû.. Tevî ku piraniya me, bi koka xwe li vê olê vedigerin.. Pêwîste jî, ji niha û bi şûn de her yek ji me xelkên vê olê, bîrûbaweriyên wan biparêzin, Laleşa Nûranî û tev perestgeh û şûnewarên wan ji nû ve vejînin.. Alîkariya navend û saziyên wan bikin û keç û xortên wan bi xwendin bidin..
Belê di baweriya min de xwedîlêderketin, parastin, guhdan û pêşxistina xelkên me kurdên Êzidî û ola wan a dêrîn serketin û pêşketine ji tev Kurdistaniyan re.24.07.2011
Konê Reş
                                                                                                                                                                                          Niviskar/Surîye/QAMİŞLO

Tweetle
Paylaş
0 Paylaşımlar
Yayınlanan Köşe Yazısı ve Konuk Yazarlar

Yazı dolaşımı

ANADİL
İNSAN

Kategoriler

  • Ana sayfa
  • Genel
  • Etkinlikler
  • Kitaplar
  • Basındaki Yazılar
  • Köşe Yazısı ve Konuk Yazarlar
  • Ziyaretçi Defteri
  • Site Kuralları

Arşivler

Site araması

Bu site hakkında

© 2022 Eyyup GÜVEN

WordPress Gururla Sunar | Theme: x-blog