İçeriğe geç

Eyyup GÜVEN

  • Ana sayfa
  • Makaleler
    • Köşe Yazısı ve Konuk Yazarlar
  • Kitaplar
    • Derik Tarihi 1 2008
    • Kulmek Morîkê Şînbirîk 2009
    • Dîroka Dêrikê 2010
    • GOHAR 2011
    • DERİK TARİHİ 2015
  • Basındaki Yazılar
  • Özgeçmiş
  • Ziyaretçi Defteri
  • Galeri
  • İletişim

LOKMAN POLAT- DİYARNAME

25 Mart 20125 Aralık 2020 eyyüp

Romana Filehên Dêrika Çiyayê Mazî: ‘Guhar’

Lokman Polat

Romana Eyub Guven ya bi navê ”Guhar” ji nav weşanên ”Ronahî” derketiye. Roman ji şeş beşan pêk tê û 135 rûpel e. Ev romana nivîskar a duyem e. Min li ser romana wî ya yekem ku navê wê “Kulmek Morîkên Şînbirik” bû, gotareke rexneyî nivîsîbû û min qelsiya wê anîbû zimên. Ev nivîsa min di nav rûpelên pirtûka min a bi navê “Pênce Romanên Kurdî” de cih girtiye. Ev nivîsa min jî dê di nav rûpelên pirtûka min a bi navê “Sî Romanên Kurdî ” de cih bigre.
Li gor dîtina min romana Eyub Guven a yekem qels bû, loma jî min bi meraq romana wî ya duyem xwend ku ez bibînim ka tê de pêşveçûn heye, tune, bi serketî ye yan na, lewre jî min romanê xwend û nirxand. Li gor bîr û raya min, hest û ramanên min û her wiha fêrbûn û zanîna min a derbarê edebiyatê de, ev romana wî ya duyem ji ya yekem çêtir e, baştir e û serketîtir e.
Ev roman romaneke ku navçeyek ji xwe re kiriye bingeh û bi şêweyeke edebî hemû cure tiştên navçeyê û jiyan û têkildariya kesên li navçeyê rave dike. Roman romaneke navçeyî ye û bi vî cure romanî di nav edebiyata cîhanê de gelek roman hene. Gabrîel Markuzê navdar ê xelatgirê Nobelê jî di romaneke xwe de navçeyek bingeh girtiye û li ser vê bingehê romana xwe honandiye. Niha jî nivîskarekî kurd vî tiştî kiriye. Ev serketineke nivîskarîya kurd e û her wiha dewlemendiya edebiyata kurdî ye.
Nivîskarê kurd Eyub Guven romana xwe ya bi navê “Guhar” bi forma “Ez” nivîsiye. Teknîka nivîsînê, skruktur, form, tevn, honandin û ravekirina romanê baş e û tehma xwendina romaneke dide mirov. Naveroka romanê jî gelek baş e û balkêş e. Wî mijareke girîng hilbijartiye û kiriye bingeha romanê û naveroka wê bi vê mijara girîng ve honandiye.
Nivîskarê kurd Eyub Guven romana filehên Dêrika Çiyayê Mazî nivîsiye. Wekî tê zanîn li bakurê Kurdistanê çend eqaliyet hene. Ermenî jî yek ji wan gelên hindik in ku li welatê me ne. Berê hejmara wan zêde bû, lê piştî qirkirina ermeniyan hejmara wan gelek kêm bû. Niha jî li bakurê welatê me ermenî hene lê belê pirhindik in.
Li navçeya Dêrika Çîyayê Mazî malbateke ermenî ku debara xwe bi hedadiyê dikin. Kurekî ermenî ku nave wî Kêvo ye. Kêvo vebêjê romanê ye. Tişt bi devê wî tê gotin, buyer bi devê wî tê ravekirin. Cihê romanê Dêrika Çîyayê Mazî ye. Li Dêrikê fileh û kurd wekî biran bi hev re dijîn. Li Dêrikê mizgeft jî heye û dêr jî heye. Têkiliya kurdan û filehan bi hev re gelek baş e. Fileh rûnê zeytûnê, das, çakûç, mehsek, melêv û cure cure haletên hesinî çêdikin û bazirganên kurd jî wan dikirin û difroşin. Ne tenê xelkê Dêrikê, ji navçe û bajarên din, heta ji Rihayê bazirgan tên û tiştên filehan dikirin.
Di romanê de bi devê vebêj Kêvo rewşa dêrên filehan tê ravekirin. Wekî tê zanîn filehên li bakurê Kurdistanê hene, ermenî, asurî/suryanî, keldanî û nasturî ne. Berê hinek cihû jî hebûn lê niha nemane, wan koç kirine û çûne. Li Dêrika Çîyayê Mazî berê gelek dêrên xaçperestan hebûne, lê niha tenê yek dêr maye. Ev dêr jî bi fermana dewleta tirk derketiye mezatê. Dêr dê bê firotin. Dêrên ku berê hebûne hatine xirabkirin û bi kevirên dêrê li derûdorê, li gundan xanî çêkirine. Hîmê koziyên xanîyên gund bi kevirên dêrê hatine lêkirin.
Vebêjê romanê Kêvoyê fileh behsa kuştinên filehan yên sala 1915’an jî dike. Di ew sal de li hemberî filan bi fermana hikumeta Îtîhad û Terakî a dewleta Osmanî li hemberê filehan komkujiyek dest pê kir û bi piranî filehên ermenî û hinek asurî/suryanî yên xirîstiyan û keldanî/nasturî jî kuştin. (Ji bo keldanî û nasturîyan hinek dîrokzan dibêjin ew kurdên xirîstiyan in. Lê belê ev çiqas rast e ez nizanim. Keldanî/nasturî bi tevahî kurdî xeber didin û wekî ermenî û asurî/suryanîyan zimaneke wan ê taybet tune.) Di sala 1915’an de malbatên fileh dibine herêma Govê û li wir wan dikujin. Dema qirkirina filehan dikeve heşê Kêvo, ew xemgîn dibe, digrî.
Vebêjê romanê Kêvo ji Dêrikê dice Diyarbekirê. Ew gelek baş û xweş behsa rêwîtiya xwe dike. Ew li Deriyê Mêrdînê ji otobêsê tê xwarê û xwendevanan bi xwe re di nav bajêr de dide gerandin. Ew behsa bajarê qedîm Amedê dike. Ew dice navenda bajêr, dice Çarşiya Şewitî, Çarşiya Hesinkaran, Mêrga Ahmedê, Çarşiya Mastfiroşan, Mizgefta Pîroz a mezin û hwd.
Nave romanê “Guhar” e. Heta ez nehatim xwendina rûpela 58’an ez nizanibûm ku Guhar navê meta Kêvo ye, ango navê jineka ermenî ye ku paşê bûye misilman, lêbelê qet nimêj û rojî nagire û li gor pîvanên misilmaniyê tevnagere. Di romanê de serborî û serpêhatiya Guharê ku çi tofan hatiye serî, li ber çavên wî çawa însanên fileh û zarokên fileh kuştine û hwd, tê ravekirin. Qalkirina wan kuştinan dil û kezeba mirov dişewitîne. Di romanê de çîroka evîna Seta û Mîgro û kuştina wan jî tê qalkirin. Evîndarên rasteqîn li her derî rastê astengan tên û nagîşin miradê xwe.
Zimanê romanê baş e, lê belê di romanê de di şûna peyva razan, raketin de peyva “veketim” bikar anîye. Di şûna ku bibêje “Xew ket çavên min û ez razam” yan jî raketim, dibêje “Xew ket çavên min û ez veketim.” Gelo ev peyveke herêmî ye û tenê li navçeya Dêrika Çîyayê Mazî tê bikaranîn, yan jî peyveke sînonîma peyva razanê û raketinê ye û bi gelemperî li gelek deveran û herêman tê bikaranîn? Gelo ev peyv bala edîtorê weşanên Ronahî M. Ronahî û redaktorê wê Mem Bawer nekişandiye?…
Di romanê de bûyerên berê yên dîrokî û komkujiya ermeniyan heye, lê buyerên nû tune ne, taswîr kêm in û diyalog, axaftin pir û pir in. Zimanê romanê baş e. Naveroka wê, ravekirina malbateke fileh û vebêjê wê yekî fileh, balkêş e. Belkî ev yekem care ku di romaneke kurdî de leheng û vebêjê romanê fileh e.
Wekî tê zanîn û her wiha di vê romanê de jî diyar e ku kurd û fileh ji hev re dibêjine “Kirîv”. Di romanê de jî tê ravekirin ku di komkujiya filehan de kurdan gelek fileh ji kuştinê xilas kirine. Di navçeya me, di Licê de jî malbata me, kalê min gelek fileh ji kuştinê xilas kiriye û wan parastiye.
Romana filehên Dêrika Çiyayê Mazî hêjayî xwendinê ye û divê ev roman li zimanê ermenî bê wergerandin û li Êrîwanê jî were weşandin.


lokmanpolat2000@yahoo.se

Tweetle
Paylaş
0 Paylaşımlar
Yayınlanan Köşe Yazısı ve Konuk Yazarlar

Yazı dolaşımı

KÜRT DİL KONFERANSI-2
GOHAR – GÜNDEM

Kategoriler

  • Ana sayfa
  • Genel
  • Etkinlikler
  • Kitaplar
  • Basındaki Yazılar
  • Köşe Yazısı ve Konuk Yazarlar
  • Ziyaretçi Defteri
  • Site Kuralları

Arşivler

Site araması

Bu site hakkında

© 2022 Eyyup GÜVEN

WordPress Gururla Sunar | Theme: x-blog