Açılış Sayfam Yap|Favorilerime Ekle
 

EyyupGUVEN.Com Hoşgeldiniz.

 

DÊRA SOR

Ekleyen: eyyüp Tarih: 21-08-2013, 17:58
DÊRA SOR

Katledilen bir cemaatten arta kalan mabet: Dêra Sor
2013-08-21 08:34:23

Birçok medeniyete beşiklik etmiş, birçok inanç ve kültürü hoşgörüyle bir arada tutabilen Mardin'in Derik ilçesinde bulunan 5 kiliseden şu an ayakta kalan tek kilise olan "Kırmızı Ermeni Kilisesi" (Dêra Sor), bugün sessizlik içerisinde. 1915 soykırımından ancak 'ahır' olarak kullanılmasıyla kurtulabilen mabet, bugün Müslüman bir kadının koruyuculuğunda yılda bir kez yapılan ibadetlere ev sahipliği yapıyor. Bu tarihi zenginliği "Derik Tarihi" adlı kitabında toplayan Yazar Eyüp Güven, zanaatkarlıktaki ustalıklarına işaret ettiği Ermenilerin katledilmesinden sonra kentin bereketinin kaçtığını söyledi.

Mardin'in Derik ilçesinde 1650 yılında inşa edilen Kırmızı Ermeni Kilisesi (Dêra Sor), 1915 Ermeni soykırımından sonra Anadolu'da bulunan birçok kilise gibi 40 yıl boyunca ordu tarafından ahır olarak kullanıldı. Bugün yaşlı bir Ermeni çiftinin dışında kimsenin kalmadığı ilçede geçmişte Ermeni, Asuri, Süryani, Keldani ve Ortodoks'lara ait 5 ayrı kilise ve bu kiliselerin cemaatleri bulunuyordu. Yıllar içinde yıpranan ve yıpratılan kilisenin bakımını üstlenen 60 yaşındaki Hatun Görünen, Müslüman olarak hiçbir karşılık almadan aynı inancı paylaşmadığı bir mabedin bakımını üstleniyor. Bugün tek başına ayakta kalan Dêra Sor'un bakımını ve korumasını üstlenen Hatun Görünen, "Ben buradan hiçbir karşılık almıyorum. Derik'te insanlar başka inançlara hep saygı duymuşlar. Herkesin inancı kendisinedir. Yeter ki insanca bir arada yaşamayı bilelim" diyor.


'Zanaatkarlar kalmadı!'

Kendisi de Derik'te ikamet eden "Derik Tarihi" adlı kitabın yazarı Eyüp Güven ise, Ermenilerin zanaatkar yönlerinin olduğunu ve katliamdan sonra kentin bereketinin kaçtığını ifade ederek, "Derik'in yapısı Mezopotamya yapılanmasında tek taştır. Derik'in merkezi olarak kuruluş tarihi 500 yıl önceye işaret eder, ancak Derik'in dağlarındaki medeniyet izleri milattan önceki dönemlere tekabül etmektedir. Derik'te 1915 öncesi Ermeniler ve 1915 sonrası Ermeniler şeklinde ele aldığımızda 1915 öncesi Ermenilerin yaşayış şeklinin çok anlamlı bir konumda olduğunu görürüz. Aklınıza gelebilecek tüm zanaatkarlar ve ustaların tümü Ermenilerden oluşmaktaydı. Giyim, gıda, hırdavat, şarap ve tüm ustalıklar onlardaydı" dedi.

'Birçok kiliseyi yıktılar'

Derik'te 5 kiliseden sadece geriye kalan Kırmızı Ermeni Kilisesi'nin 'Ahır'a dönüşmesi sayesinde kurtulduğunu ifade eden ve İttihat ve Terakki iktidarı döneminde Mezopotamya coğrafyasında farklı zenginliklerin üzerinden silindir gibi geçtiğini belirten Güven, "1915 yılında Derik'te de Ermenilere yönelik çok acımasız bir katliam gerçekleştirildi. 5 kilisesi olan Derik'te Ortodoks, Süryani, Asuri, Keldani ve Ermeni Kilisesi mevcuttu. Bu kiliseleri katliam sırasında yıktılar. Onlardan geriye tek bir tane kaldı. Bu bırakılan kilise yüksek bir bina ve geniş bir avluya sahip olduğu için İttihat ve Terakki süvarileri kendilerine ahır olarak kullanıyor. Buda kilisenin yıkılmasını engelliyor. 1650 yılında inşa edilen Dêra Sor olarak tabir edilen kilise 40 yıl at ahırı olarak devlet tarafından kullanılıyordu. Bu süreçte Ermeniler tekrar ilçeye dönmeye başlamışlardır. 1955 yılında Ermeni cemaati kendi aralarında para toplayarak özel idareden yeniden kiliseyi satın alıp kendi cemaatlerine kazandırdılar. Yılda bir kez Derik'li tüm Ermeniler bu kilisede toplanarak ibadetlerini gerçekleştirmektedirler" ifadesini kullandı.

'Bebekleri sallayıp uçurumdan attılar'

Soykırımın derin bir konu olduğunu söyleyen Güven, "Derik'te Gov denilen bir mevkii var onu anlatmak istiyorum. O dönemde Ermeni çocukları at ve eşeklerle dağlara çıkartılıp karşıda 500 metre uzaklıktaki vadiye atmak suretiyle bacaklarından sallanıp savurmuşlar. Yüzlerce çocuk orada katledilmiş. Kura Filla denilen bir mevki var orada da kömür yakmak için kalın odunlar yerine o Ermeniler kullanıldı. Onlar diri diri yakıldı. Xerzikê Korta denilen bir yer daha var, orada da Ermeniler altın yutmuş diye bir rivayet çıkarttılar. Buradaki karın deşiciler, çapulcular tek tek onların karınlarını deşip bağırsaklarının içinden altın aradılar. Bunlar sadece birkaç örnek. Aslında Ermeniler bu topraklardan gidince bu toprakların bereketi de kalmadı. Keşke tekrar gelebilselerdi. Şu an birkaç aile kalmışsa da Kürtler kendi aralarında onları koruduğundan dolayıdır" dedi.
FERHAT ARSLAN

MARDİN (DİHA)

ORHAN DOĞAN ÖLÜMSÜZDÜR

Ekleyen: eyyüp Tarih: 1-07-2013, 12:07
ORHAN DOĞAN ÖLÜMSÜZDÜR
ORHAN DOĞAN
29 Haziran 2007 tarihinde yaşamını yitiren DEP eski Milletvekili Orhan Doğan, Cizre ilçesinde mezarı başında anıldı. Mem u Zin Kültür ve Sanat Merkezi'nde (MKM) biraraya gelen yüzlerce kişi, Orhan Doğan'ın Cizre Mezarlığı'nda bulunan mezarına kadar yürüyüş gerçekleştirdi.
Anmada konuşan Orhan Doğan'ın kızı Ayşegül Doğan, "Babam sadece bizim için bir baba değildi. Aynı zamanda bir arkadaş bir yoldaştı. Biz onun vermiş olduğu eğitim ile büyüdük. Almış olduğumuz eğitim insan sevgisi ve barış üzerindeydi" dedi. Babasının bütün ömrünü barış ve demokrasi mücadelesi yolunda verdiğini dile getiren Ayşegül Doğan, şunları söyledi: "Onun tek hayali biran önce bu ülkeye demokrasi ve barışın gelmesiydi. Onu anlatmak kolay değildir. Bunu kelimeler ile dile getirmek imkânsız ve şu anda ona sahip çıkanlar, onu çok iyi ifade ediyorlar. Şimdi bu yürüyüşte atılan slogan 'barışa uzanan eller kırılsın.' Barışa sahip çıkmak Orhan Doğan'a sahip çıkmaktır. Türkiye'ye barış demokratik adımlarla gelir."

ÇÎROKEK Lİ SER ROBOSKÎ- GUL BERFİN

Ekleyen: eyyüp Tarih: 26-05-2013, 00:54

GULBERFÎN
Jiyana min çend roja berdewam dike, bi tevahî di van çend rojana de weke tu sed salê serast di vê jiyanê de bixemilîne. Cihê ez têde me, kesek min nabîne lê ez derdoraxwe baş dibînim. Ez li deşta Roboskiyê, li ser sînorê bakûrê Kurdîstanê ber devê berqefekê hatime ruyê erdê. Roboskî gundekî Qilebanê bi Şirnexê girêdahîye, di navbera zinaran deye, ji xilaf asîmana tu derek ji wan nexuyaye. Jiyanaxwe piranî bi qaçaxê dike, em dibê qaçax lê belê hew ji bo debara xwe her derbek çûyîn û hatina wan heftê banqnot an sed banqnot jiwanre dimîne, perê kîsek ard û tenekak rûn e.
Bi herêmî ro avî, boskî jî ji peyva basik tê. An gundê li kêleka avê ava bûye, ji ber wir jêre dibên Roboskî.
Armancamin ne Roboskî ne jiyana vî gundî ye. Xema min hew jiyanamin bû, ji dervî min ne tu kesek bû, lê belê min qet bîr nedibir ku ezê di van rojana de li vê bûyerê biqewim im û bibim şehadê qirkirinek bi sosret. Armancamin di van çend rojê ez li ser ruyê erdê bim ku ez û tîroja rojê bigihêjin hev, tiroja rojê ruyê min bialêse û min têxe nav hilma xwe û di hilma xwe de bifetisîne; armanca min hew ev bû.
Lê belê ez çend rojan dereng hatibûm; ji cihêxwe dereng derketim, dema ez derketim ser ruyê erdê ber êvarî bu min pir hindik ronahîyê erdê naskir.Her demek nêz derbas dibû, êvarê pençê xwe bera erdê dida. Berqefa ez têde şitilîm gomekî pir mezin liser bu wer dihat fahmkirin ku bê ez çend rojan dimînim ku heya ez û tîrojê rojê bigihên hev. Hîn nûh hişê min hat serê min, min li derdoraxwe nerî ku ez li ser sînorê herdu deveran bûm, di nav sînorê Kurdîstana bakûr de şitilîm lê berê min bi Kurdîstana rojhilat ve bû. Min li her dû aliyêxwe nerî, ji xuşexuşa dengê pelê mazî û vîz vîza bayê kûrr, puk puka kundekî û zure zura vavîkan dihat.
Ji berfê şûşê cemedê çê bûbûn û dilop dilop li ser berqefkamin xwe bera ber min dida. Roj ji zû de çûbû ava, ez li benda tîrojê roja nûh bûm. Ji nişka ve dengê teyr û tebayê bej qût bû lê belê rim rima dengekî nermik û her ku diçû zede dibû, ber bi aliyê min ve dihat. Ew denga demek nêz de bû dengê şing şingê zingila, çelk çelkê qayişê cila û bû dengê firaxê li ser pişta hêstiran. Her ku nêzî min dibû erd dihejiya. Berqefka ez têde bûm li ser xaçrêka rêwîya bû, kî bixwaze here rojava pêwîste di vê xaçrêkê dederbas be û li ser sînor rehetoka xwe dawiyê biqedîne, hinekî xwe rihet bike, çayekê vexwe, hêstirên betilîne avê û êmê wan bideyê û derbas bibe.Dema min dît rim rima hêstiran hat ez pir kêvxweş bûm, min fahmkir di vê jiyana rojane de ji xilaf tirojê rojê ez ê pir kesan bibînim, ango ewê rojamin tije tije derbas bibe. Ew rimrima bû qasî ku ez kifş bikim hat, min dît karwanekî nûh dike here, qaçaxê teva hêstirên xwe nêzî sed hebî hebû. Ev karwana li mêrga ber min sekinî ji bona berî ku here rojava betilandina xwe derbas bike.
Yek duda cih didan hêstirên xwe, çend heban jî ji bona çayekê vexwe asugê xwe derdixistin, her hinek li derekê belav bûn. Min li wan nerî du sê heb ne têde, giş emrê wan ji sêzdeh salî bigire heya bîst salî bûn. Hîn min li doraxwe dinerî, du heb zarok berê xwe ber berqefa ez têdeme vekir, hat û liber min xwe bera erdê da, ger du sê gavê dinê bihata dibû ku min bipeçiqandana, du heb zarok bûn, cilê rojane liwan bûn, yek di destê wîde lepikekî rengê kesk û sorê lê hatibû xemilandin hebû, pêlavaxwe ji lingê xwe derxist, binê pêlava wî av dikişand, lastîka tekera lê gerandibû. Lepik di destê Erqan de bû, ji destê xwe derxist danî kêleka xwe û berê xwe bi hevalê xwe vekir:
- Pismamê Mihemed tu cara yekemîn tê qaçaxê?
-Belê Erqan ez cara yekemîn têm lê belê ez pir acizim.
- Xêre?
-Ez bê bavêxwe hatime.Ez bi bavê xwe peyivîm, bavê min destûr nedamin, ji ber vê yekê min hêstira malê ne anî, ciranê me hêstir da min lê belê qezencame bi nêvî nêvî. Tu baş bimin zanî ez ji hespa û hêstira pir bi tevayî ji heywana hez dikim.Min dixwest ez bixwînim bibim beytar lê belê xizaniyê ev xeyala min pêk neanî. Xizanî weke sîya me qet ji du me neqetiya ye.
- Tu zanî di jîyana mirovan de a herî xweş jê yek xewe, di zivistanêde jiyana li gundan dema mirov du sergîna an du êzingan davî hûndir sobê û şorbenîska li ser soba êzinga pelqika vedide,bêhna gijnîjê di hûndûr odê de belav dibe, kes naxwaze dest ji vê xewê berde û ji nav livînê xwe derkeve.Lê belê dema sedem dibe xizanî an birçîbûn ne xew tê hişête, ne mirin…
- Min fahmkir de ka em çi bikin. Rewşamin tu pê zanî ev cara duyemin e ku ez têm, bavê min roniya herdu çavêxwe da dewletê û herdu çavê bavê min bi teqîniya mayinekê re kûr bûn. Ez difikirim ku dê ez bibim bijîjk û herdu çavê bavê xwe vekim.Xeyalamin ne ev tenêye, werê xuyaye em tev ne bê xeyal û ne bi xeyal karin jiyana xwe ji xizantiyê biqetînin. De hela em vê derbê herin ka ji derbek dinê re xwedê mezine. Ma tu pêlava lingê min nabînî, binê wê qetiyaye, min bi lastîka tekerê şidandiyê, bi xêr ez herim malê dê ezê him pêlavekê ji diyaxwere û him ji xwere bikirim.
Dema her du ciwana wanî gazincên xwe ji hev re dikirin, ez gêj bûm, ev çi jiyane? Ger jêre bibênjiyan! Zarok dipeyivîn;ji nav komê yek hilkişiya, ji tevan mezintir bû,hat cem herdu ciwanan:
- Gelî xortan, gelî biraziyan hûn çawan in, hûn çi dipeyivin?
- Apê Selman ma em ê çi dipeyivin, em dibên‘me vê derbê karêxwe biqedan da û em bigihiştina malên xwe, ji derbek dinêre xwedê mezine; hîn em bi rê neketine, serma ketiye navamin, vextî navamin bişkê, ma emê heya mirinê vî karî bikin? Ez jî nizanim.
-Biraziyê min, hûn li min guhdar bikin, ezê ji we re tiştekî bibêjim û em ê rabin herin seat bû nehê şev. Ji seat heftade em derketine heya nûha me hîn sînor derbas nekiriye. Em xwe zu bilivînin ji bo na em sînor derbas bikin.Em ev qas kes li virin, hûn bawer bikin di warê aborîde, di warê tendûrûsiyê de û di warê civakîde em yek ji yekî ne çêtirin.Hema ez çîroka xwe bi kurtayî ji we re bibêjim.
“Ez hîn yek salî bûm bavê min mir, du wê min diyaxwe wenda kir;ez bê dê û bav mezin bûm.Emrê min hat ber zevacê, ez zewicîm; zewac û zarok çi barekî girane, hûnê di pêşde fahm bikin. Dema ez zevicîm, çar zarokên min çêbûn û diya wan mir, ev nebes bû keçek û kurekî min bêheş hatin dinyayê, nikarin xwarina xwe bixwin. Em çûn cem bijijkan, gotin‘ji zevaca malbatî ye’ an tişta ez dixwazim bibêjim, heya jiyana xwe berdewam bikin ewê bêheş bin, ew ê li erdê razên û nikaribin karekî bikin. Ka ezê çi bikim gelî biraziya? Dema ez ji malê derdikevim, hişêmin tev li ser wan dimîne. De ne ez tenê, Salih bavêwî pêli mayinê kir, her du lingê wî jê bû û heft kûflet ket hûstê wî. Seyitxan çû xerîbiyê, neqedand hat gund. Mihemed, biraziyê min jê yek tu ma, emrête hîn sêzdeh e û tu bê bavê xwe hatiyî, tev ne ji xizaniyê ye? Cihan,pençeşêr dimejîyê bavêwî de hat;piştê vê diyawî mir û heft kûflet ket hûstêwî.Malbata Mihemed Elî yazde kes e, ne dibistan xwend û ne tu tiştek kir, siv ji bona alîkariyê bi bavê xwe re bike dest ji jiyanaxwe berda, jiyana xwe amedeyî malbatê kir. Nadir,sêzdeh kûflet ket hûstê wî û birayêwî. Ez bawer dikim emrê Osman bû 33 sal, hîn çavê xwe ji emeletiyê venekiriye. Ma Ozcan ne 18 salîye, ka xortaniya wî? Zeydan û Orhan ne birayê hevin. Em tev ne ji malbatekê ne,Vedat, Fadil,Şervan, Şerafetîn, Şivan, Sawaş, Karker,Nevzat, Mahsûn, Bîlal, Hemze, Aslan, Evdilselam, Adem, Yuksel,Bedran,Salih, Cemal, Husên,Celal,Serhat û mirovê navê wan nayê hişêmin,tev ne ji xizaniyê, ji belengaziyê û ji birçîbûnê ye. Ma di van şevên berf li hewa dibe bûraz û xweziya mirovan ji nav lêva wan dikeve dibe şûşê cemedê de kî dixwaze ji malaxwe derkeve. Ez bawerdikim nûha gur bi gurtiya xwe ji qûlaxwe dernakeve. Lê belê tu ruhê me bide aliyekî, em pêncî hebin, sedû pêncî heb bime girêdayî ne, gundê Roboskî û bûjeh ji me teng nayê, me ji xizaniyê naqedîne. Tu riyek em pêde biçin tuneye, em her carek diherin an 70, pir hebe 100 banqnot parame bikeve, ew sed banqnota jî bi zor kîsek arvan dike. Em du kîs şekir distînin, an du bidon mazot,jê bêtir em karin çi bînin û çi bikin. Biraziyê,Xwedê em li derek wanî aniye dinê, sal donzde meh hew asîman jime xuyaye, asîman û ji mirinê pêvetir tu tiştek tuneye. Ez behsa çibikim çi nekim nizanim. De di avakirina gund de û heya îro çi çîrok û çi bûyer qewimiye, ê me bihîstine, emrê me têrê nake ku em bibêjin .De rabin birazî rabin, qet xema nexwin, hêdî hêdî xwe amade bikin, herin bi serê hêstirên xwe bigirin û emê bi rê kevin. Waye dengê balafirên bê mirov li serme tê, em zêde nemînin baştir e. Îro bîst û heftê meha berfanbarêye çend rojê dinê emê tekevin sala 2012 , ez hevî dikim sala nûh ji me gişa bi xêr bê de em rabin serxwe pêwîste em sibê bişev xwe bigihînin vêderê dîsa.”
Apêwan Selman ji cem wan rabû çû.
- Ka em çi bibêjin Mehemed? Tu rastî bixwazî ev e, de ka em jî xwe bera ber hêstirê xwedin û dakevin.
Di navberê de çend deqe derbas bû, cilê xwe lixwe şidandin. Erqan lepikêxwe kir destêxwe û berêxwe bi qefle vekir. Min li tevan dinerî, yek bi yek çûn ber hêstirên xwe, barê hêstirên xwe şidandin, yek bi yek ketin rêzekê û ber bi sînor ve çûn, gav bi gav ketin nava sînorê Kurdîstana rojhilat û di xaçrêkê de wenda bûn. wek seydayê tîrêj digot:
Karwanê me wa bi rê ketî, lê şev reşî tarî.
Serma ye terez kulîyên di ber fê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval , rêça me dur e.
Disa ez tenê di berqefkê de mam, hêdî hêdî min li derdoraxwe nerî, ji dûr de zûr zûra çeng heywanên bejî dihat, ba dikir viz viz weke kêrek kalanî ku tu li navbera serîyak penîrê nûh xwe girtîbe, xîne. Lê belê qet ne xema min bû, ez û berf bûbûn yek nêrîn, ez difikirîm ku ew ê çawa bibe sibe û tirojê rojê ruyêmin bifirkîne û min derbasî warê jiyana dilşad bike.
Li alîkî di hişê min de zarokên di vê bûrazêde berê xwe bi riya çûyîn ku heye û veger ne eşkereye vekirî ne, gûhêmin li ser wane. Ewciwanên ji bona çend qûrişan berêxwe bi sînor vekirî ne.
Ger çuqas ez wan difikirîm dîsa ji bo na hatinamin ruyê erdê ez bêxem bûm, ne vîzvîza bê, ne serma weke cemedê, ne bi tenêbûna di berkefê de û ne hîva xwe veşartibû; ser min bûbû mij û qet tu tiştek ne di xema min de bû.
Bû destê sibê, li ser berfê çend refê kewa pirpirawan dihat li xwarinê digerîyan. Êvarî piştî karwan çû, li du wan berfek nermik nermik bariya, ez di bin berfêde wenda bûm. weke mirovek serê xwe dîne ser balîfek nermik û lihêfek ji hiriya wek hevirmîşk di hembêza diyaxwe de veketîbe, çi xweş bû. Min xwe kilkir, berfa zêde ji serxwe avît. Zinarê Kurdîstanê êdî dixemilî ji berfê lê belê darê mazî û berî li hember hev bi barandina berfê, bi bayê dikir vîz vîz, bi pelêxwere dilanê digirt bi xuşxuşek zelal.
Bû sibe, bû nîvro, bû êvar, ne tîrojê rojê hat ne rewşa hewê xwe nerm kir, ne çûkan dest bi sewta xwe kir û li ser zinarê hember, di xeta asîmên de mijek pir giran xwe bera da.
Bû şev pelê dara sekinîn, deng ne ji tu teyra dihat û ne teba difiriyan. Do bi şev kûndekî dikir pûk pûk, lê îşev ew kûnda jî tune bû.Ji dûr ve bi qasî xiştîniya kîsoyê ku bikeve nava xerzikan û bi devê xwe yê bê diran xwe dirêjî hebek tirî bike, gurşîyekî hilkişîne, jê dike bi dengekî wanî nermû hindik; bi dizî ji dûra dihat.Gav bi gav, pêg bi pêg deng nêzî min dibû. Min fahmkir ku karwanê do bi şev çûbû waye dîsa vedigeriya û dikir ku herin gundê xwe. Ez li bendê bûm ku werin ber bi merga ser sînga gundê xwe; hin barê wan hinek li sinor, aliyê dinê bû, hinek derbas kiribûn, wê gavê teyrê berata, ê bêmirov bi ser wan di çû û dihat. Min fahmkir ku ev çûyîn û hatina ser karwan ne ji xêrê reye.Hîn ez li benda hatina wan bûm ku ewê sînor derbas bikin,dengê vizîniyekê hat ji asîmên bi mişraqek ronî ku roniyeke pir mezin vêket û bi mişraqê re bû girme girma topê herbê, topê resas, xirm xirma derbê çekan; wê gavê min tu tiştek li ber çavêxwe nedît, hew tiştê min dît ji asîmana agir dihat barandin.Tu dibê qey li dinê çi qîrê qijot heye,tev serbejêr bûye û li serê wan zarokana, hêstirana û li ser nebatê bej û avî dibariya. Min li wan nerî ku mêrga gundê Roboskiyê ji aliyê zebaniyê dojehê hatibû girtin û li ser gar û zinaran agir dihat barandin. Cihê ez têdebûm, asê bû. Ez bawerim ku ez ne di vî ciha debûma, ezê jî di nava vî agirê sosretîde bişewitiyama. Ji ber ku aliyê riya revê nehiştibûn, karwan bû du kom, komek li alîyê rojhilat ma, koma dinê jî li aliyê bakûr ma. Di navbera her dû koman de nêzî çarsed metroyî hebû an tûne bû, koma yekemîn nêzî bîst hebî bûn, balafir li ser wan derbas bû û bombe li wan barand. Min ne dît ew bîst hebana bi kude çûn û çawa bûn. Dûxana balafiran qediya şûnde ji jor perçê goşt, por, ling û laşê du qetî bûbûn dihat xwarê. Tiştê ku ket ber çavêmin, parçe parçe li asîmana goştê laşê hêstiran belav bûbûn ser daran, ser gihayê li erdê; hîn min ev wêneyê qirêj di ber çavêxwe de derbas dikir,êrîşa dudoyan koma dinê jî ji hev belavkirin, xwîn weke kaniya serê zinaran biherike li ser ruyê erdê bariya. Ji mijê, ji dûxanê tiştek nedihat kifşkirin,min berêxwe digûherand kuderê, ji wir xwîn dipekiya derdorêmin.Zebaniyê deriyê dojehê nedisekinî, ji her derê xwîn dibarand, asîman ji şewka ser berfê sor bû û hîv xeyîdî, derneket, ewr ji tirsa nedişirikand, zanibû şiriqandina wê nedi bû hezarî yekê şiriqandina zebeniyan,wê gavê xwedayê bej û av li kuderê dinerî ez nizanim, lê belê ne li wan derana bû.
Qet kesekî ji wan zarokana ne gotibû ku hêstir wan ji bombeyan nikane biparêze. Zarokên li ba min rûniştibûn digotin“ez ê bibim beytar,” xwe avêt bin hêstirekê, min dît hêstir û ew zaroka bi hev re hilkişiyan jor û her perçak li derekê belav bûn. Ez hîn li bûyera qewimî bû baş binerim, min dît ku du perçe li bermin ket. gava min berê xwe pêvekir, li dinê çi qas nifir heye min li xwe barand ku ez di vî du rojî de hatim rûyê dinê. Destek ket ber min, destekî zarokan bi lepik û lepikekî bi rengê kesk û sorê hatibû neqişandin. Hîn min xwe nedît, min dît pêlavek binêwê bi lastîkê tekeran teva lingê tê de hat li ber min ket û xwîna ji wan weşîya,min wendakir di bin xwe de. Ez bawerim di tu jiyanêde weke jiyanamin ya van du rojana ne giran û ne bi em bû.
Nêzî seatekê li jor çûkê hesinî, li ser zinaran zebeniyê deriyê dojehê agir barand, bombe barand.
Min nizanibû êdî ezê çi bikim,a rastî min nikaribû tu tiştek bikira lê bi çi rengî, bi çi kêfê min zîlda û ez li çi rast hatim. Tu tiştek ji destê min nedihat; hinek zarok dema hilfiriyabû asîmana, bi wê lezê ketibû ser tahtê mezin û sekinî bû. Ji dora devêwan tirêjek xwînê xwe bera ser taht dabû. Hinek ciwan ne dipeyivîn, çavêwan li asîmana mat mabûn, hinek ciwan jî li ser gomakî mezin bê ling bûn, lê belê tev çav vekirîbûn û her yek li benda miradekî ku pê nehatibûn.
Dengeki giran û dizî dizî ber bi min dihat, min berêxwe bi milêxweyê çepê vekir, hêstirek li kêlekamin sekinî bû û li destê nav lepikê keskû sorê hatibû veşartin, dinerî. Tu tiştek nekir, li kêlekamin sekinî, dibe ew li min hay nebû lê belê ew ji vê qirqirinê hatibû xelas kirin û li tenişta min çong veda, derbekê çavê hêstirê li bermin zîvirî, min li her dû çavan nerî ku di çavekî de min Erqan dît û di çavê dinê de jî wendabûna karwanê xizaniyê yek bi yek dît. Ne çû derekê, li ber dest û lingê bi tenê her dû lingê xwe dirêj kir û xwe bera erdê da. Di çermê li ser ruyê erdê hatibû barandin, spî bûn nema bû,li erdê,li ser her dû sînoran berf sor bûbû û derek spî tune bû.
Zebeniyan karêxwe lez bilez kir û reviya, xwe wenda kirin,milayiket û teyrikê bihiştê her yek bi çîrokekê rûhê xwe bera ser erda sar da.
Demek derbas bû ji dur de dengê hewarê hat, hewarek mezin, hewarek bi şewt, min fahmkir ku gundiyan xwe gihand ser wan, lê belê her yek li ser mirovekî belav bûn, heya ji destê wan dihat li mirovên nemiribûn digeriyan lê belê di vê bombebarandinêde kî wê bifilitiya. Axê bi bombe baranê re pir ciwan daqurtandibû. Min li derdoraxwe dinerî, li milê minî çepê hêstir sekinî bû, weke peykerekî tev nedigeriya, li peşîyamin lepikekî kesk û sor tev dest, pêlavek bê çong lê belê ling di hûndûr de bû.
Di nav wê tevliheviyê de jinek hilkişiya jor,bi ber min ve hat, li ber min nerî ku destekî tev lepikekî kesk û sor û pêlavek bêçong dît û ew jina li ber wan çong veda wek hêrs a ji bombebaranê vegerîyaye û buye xezebek xurt, di jîyana xwe de ew dengê qet bilind nekirîye di nava lêvê wêde bu peyvê işk û dest pirsyarîyê kir û xwe gîhand ruhê erqan, her peyvek diya wî bu wek rimê bi çuk û li der dorê vî çîyayî zîvirî û di laşêwê de cîh girt û di devade navek derket:
- Erqan, Erqanêmin!.. Dema tu birê ket qet xew neket çavêmin ,ez çûm ber pacê min li rewşa hewayê dinerî. Berfa pêşîn a demsalê lez bi lez diqûrifî dihat xwarê. Kuliyên berfê bi hevre û bi aliyekî dadiket erdê, li erdê weke çermekî spi hatibû raxistin, dema min li esîmana nerî heyv tirsiyabû.Ew çermê spî her ku zêde bû, kesera nava dilê min bêhtir kûr bû. Pêşî min dît beratê laşan ji hesinê difiriyan nava dilêmin, hin bêhtir çar gopal lêxist,paşê min dît şeva tarî ku tu tiliya di çavê hev de rake kes nabîne, bû weke roj hilê bi gurmîniyek mezin, çongêmin lerizîn; gund tev hişyar bû.Me nedît em çawa hatin, em li vê xezebê, li vê sosretê rast hatin, bila çavêmin îşev her du weke çavê bavê te kûr biba û min ev tofana nedîta. Dibêjin ewê dinya xerabibe, ê min dinyamin ji nûha de xerabû li ser serê min ji vê sosretê bêtir ewê hin çawa xerabive. Ma ezê bihatima li lepikê te rast bihatima, Erqanêmin hewar, hewar sed hezar car hewar, heya dinya bej û av li ser hebe hewar, ev tofana ne karê mirovahiyê ye hewar, ne karê heywanaye, ne karê teyr û tebaye, bej û avîye, ji bona ez bidim fahmkirin ku karê çiye, hîn li hember vê xezebê, li hember vê buyerê tu peyv tuneye, Erqanê min!...Demamin ev lepika dihûna, te jimin re got ‘bila rengê kesk û sora asîmana be, qey te zanibû ji diya te hew ev ê bimîne Erqanêmin, berxikê ser mêrga singa diya xwe,xortê mala bavê min, sermiyanê malamin,te ez hiştim û tu bi ku de çû Erqan!.. Demek kin sekinî û wek birînek ji dîrokêde lê çê buye û dest êşê kir:
Ma ev bê xwedê na şêstûpênc sal berê li navça wan’e li ozalp ê xalête û siw du heb gundîyê wek fêriza destê wan li paş wan şidand û gülê li wan barand, ji bira kê deheri Erqanêmin… Ma zarokê sêzde salî sêzde gulle lê nehat reşandin ma qey xalête tu bir cem xwe Erqanêmin..
Dema ev peyvna kir min di ruyê wêde faamkir ser dilê wê bi xezebekê li hev ket û destêxwe da ber devêxwe
Jê bêhtir serê xwe bera ber xwe da, tu tiştek negot, mat ma û sekinî. Min serê xwe bilind kir, li her du çavê diya Erqan nerî, wer ku hêsirê çavêwê bera ser pişta hev didan, kaniya herdu çavê diya wî miçiqî bû. Weke tu di gerînekek avê de wenda bike. Di hûndûr roniya çavê diya Erqan de ronîyak hebû lê jiyan temirî bû, wêneyek tê de xuya bû, di vî wêneyî de 34 kulîlkên reş qetranî tede şîn hatibûn, lê belê tev stûxwar bûn, her kulîlkek rihê xwe bera nav dila dabû, bera nav dilê dayika zarokan û dûv re xwe bera nava dilê dayika xwe mezrabotan da bû.
Ez Gulberfînek im,ji minre digotin tuyê herî hilkişe jor, dema tu hilkişiya jor ewê evîna te û tirojê rojê dest pê dike. Tîrojê rojê dema te hembêz bike, jiyana te diqede, tu dihere ber dilovaniya bê veger.
Ez Gulberfinekim, min bihîst li ruyê dinyê candar hene, jêre dibêjin mirov, jiyana xwe dimeşîne, difikire, mezin dibe û dimire. Min wanî bihîstibû, lê belê jimin re negotibûn ku wê hinek mirov necisê zebeniyê derê dojehê bin, bê dîn, bê îman û bê şeref û bê namûsin, û hinek mirov hene, wek teyrikê cinnetê bê sûc, bêlengaz û birçîne. Min di vê jiyana xwe her du celeb naskir,
Ez Gulberfînekim, min ew hêstirana dît ji bo Erqan hêsir di çavan de dizîvirîn û firnikê pozê xweheya dawîyê vedike kû gulpek dinê bîhna zarokê roj û agirê bikşîne hundurê kezebaxwe.
Ez Gulberfînekim hew tiştek bimin kêfxweş hat ,ez candarim lê başi kû ez nebatim ne mirovê xwînmêjim.. / 25/05/2013 /

   Eyup Guven
                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                 Dêrika çîyayê mazi

1915 ERMENİ SOYKIRIMI

Ekleyen: eyyüp Tarih: 26-04-2013, 16:13

1915 ERMENİ SOYKIRIMI
1915 ERMENİ SOYKIRIMI
1915 ERMENİ SOYKIRIMINI  KINIYORUZ 

PASKALYA BAYRAMI

Ekleyen: eyyüp Tarih: 31-03-2013, 18:43
PASKALYA BAYRAMI
Dini inançlara ve farklılıklara saygıyı esas alan Bu duygu ve düşünceler eşliğinde,Paskalya yortularını kutlamakta olan tüm Hristiyanlara en iyi dileklerimi sunuyor, esenlik ve huzur dolu günler diliyorum."


 


DataLife Engine