Açılış Sayfam Yap|Favorilerime Ekle
 

EyyupGUVEN.Com Hoşgeldiniz.

 

İNANÇ VE HALKLAR KOMİSYONU

Ekleyen: eyyüp Tarih: 3-11-2013, 19:54
İNANÇ VE HALKLAR KOMİSYONU
MARDİN DE İNANÇ VE HALKLAR KOMİSYONU KURULDU

KÜRT YAZARLAR NUSAYBİNDE

Ekleyen: eyyüp Tarih: 3-11-2013, 19:52
KÜRT YAZARLAR NUSAYBİNDE
KOMELEYA NİVÎSKARÊ KÜRD DAXUAYANî DA ÇAPAMENİ YÊ

LALEŞ

Ekleyen: eyyüp Tarih: 26-10-2013, 21:34
LALEŞ
ŞEYH ADİ MEZARI ZİYARETİ- LALEŞ

KÜRT YAZARLAR-KOMELEYAN NİVÎSKARÊ KURD

Ekleyen: eyyüp Tarih: 29-09-2013, 19:12
KÜRT YAZARLAR-KOMELEYAN NİVÎSKARÊ KURD
KÜRT YAZARLAR-KOMELEYAN NİVÎSKARÊ KURD


Diyarname
Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piştgiriya Rojava îro ketin rê, diçin Rojava.

15 nivîskarên kurd ên rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, vê serê sibê saet li dor 10.30'yan ji Amedê ketin rê û dê biçin Rojava. Heyeta komeleyê di bin Hevserokatiya Mehmet Yilmaz de ev demekê ye ji bo herin Rojava di nav hewldanê de bû. Di dawiyê de vê sibê ji bo herin Rojava ji Amedê ketin rê. Li gor agahiyên ku me ji Yilmaz girtin ewê herin ber deriyê Dirbêsiyê û hewl bidin ku ji wir derbasî Rojava bibin. Yilmaz dibêje ji bo ji wî deriyî re derbas bibin serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî dane û destûr xwestine. Dîsa Yilmaz got ku ger destûrê nedin dê ji wir derbasî Başûr bibin û hewl bidin ji Deriyê Sêmalka derbasî Rojava bibin.
Komeleya Nivîskarên Kurd bi vê hewldanê dixwaze têkiliyê di navbera Rojava û Bakur de xurtir bike, çepera ambargoyê bişkîne, ji nêz ve Rojavayê bibîne û bişopîne.

Di nav kesên ku diçin Rojava de ji rêveberên Komeleyê Mehmet Yilmaz, Remziye Aslan, Rodî Zinar, Hogir Berbir, Gulgeş Deryasipî, her wiha nivîskarên din Sîdar Jîr, Azad Zal, Eyup Guven, İsmail Dindar, Mehmet Deviren, Rizoyê Xerzî, Cihan Yildirim, Feratê Dengizî, Vedat Çetin û Cafer Yamiş hene. Her wiha Lokman Ayebe ji ber paseportê wî negiha bi wan re neçû, lê li bendê ye ku îro paseportê xwe bigire û xwe bigihîne wan.

 


DataLife Engine